• Saturday, 21 February 2026
logo

HSDê derbasî sêyemîn taxa Reqayê bû

HSDê derbasî sêyemîn taxa Reqayê bû
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) du tax bi temamî li Reqayê kontrol kirine û derbasî taxa sêyemîn “Romaniya” bûn.

HSDê bi alîkarya Hevpeymaniya Navdewletî karîn derbasî taxa sêyemîn li reqayê bibin ya binavê Romaniya û li gor ragihandinên nêzîkî HSDê heta niha di şerê li wê taxê de 21 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Herweha şeva bûrî HSDê karîbû taxa Sibahiya li Rojavayê Reqayê kontrol bike.

Ev roja pêncemîn e operasyona kontrolkirina navenda bajarê Reqayê dest pê kiriye û heta niha HSDê kariye taxa Meşleb û Sibahiya li Reqayê, herweha Kargeha Şekir û Firqeya 17 jî kontrol bike.

k24
Top