Yekemîn konferansa şanoyê li Dihukê hate saz kirin
Duh li Dihukê yekemîn konferansa birêveberatiya şanoyê ya parêzgeha Dihukê hate sazkirin.
Di vê konferansa han de hijmareke aliyên têkeldar amadebûn û bi pêşkêş kirina çendîn peyv û gotaran konferansa han destpê kir.
Pişt re beşdarwan dest bi giftûgo kirin li ser dîroka şanoyê, kêşeyên heyî yên li berdem pêşde birina şanoyê û çendîn babetên din yên girêdayî bi warê şanoyê kirin.
