• Saturday, 21 February 2026
logo

Wezareta karê derve ya Tirkîye dibeje biryara referandome xeletîyekê mezine.

Wezareta karê derve ya Tirkîye dibeje biryara referandome xeletîyekê mezine.
Wezareta karê derwe ya Tirkîye li ser biryara referanduma li 25ê Îlonê jibo serxwebuna Kurdistanê daxuyanîyek nivîskî belavkir u ev biryar wekê şaşîyekê nirxand. Di daxuyanîye de wiha hat gotin: ”Revebirîya Herêma Kurdistane gu nedaye şîret u hişyarîyen meyen ji berî niha u biryara referandume di 25ê Îlona 2017e de daye li gor me biryara referandume xeletîyekê mezine. Yekitîya ax u sîyaseta Iraqê rêgez a herî giringe jibo polîtîkaya Tirkîyeye. Ev rêgez merca yekemînê jibo aşîtî, ewlehî u aramîya we herême. Iraqê gavên gelêk giring li hemberî DAIŞê avetine û pirsgireka herî giring ye li peşîya Iraqê ev zirarên ji alîye Mirovî, Sîyasî, Aborî û civakî ji hole ben rakirin. Iraq ji nû de be imarkirin û seqamgîrîya maînde bê pek anîn. Rêya we jî ev yekîtî û hevkarîya li hemberî DAIŞê hati nîşandan be berdewam kirin u piştî DAIŞê jî ev berdewam bike. Ji bo peşaroja dewletê jî pirsgirek di çarçova zagona bingehî de û li gor yasayen navnetewî ben nîkaşkirin. Ev referandum ve jibo çareserîya wan cihen ser statuya wan gengeşe heyî u jî îrada gel dur bê. Ji bo ve şuna gaven parçebuna Iraqê dive hemu alî li gor zagona bingehî ya Iraqê bi reya diyalogê gavan bavejin.”

War.tv
Top