Nûnerê Serokê Hoza Erebên Xûrmato: Bi dengê belê bo referandoma Kurdistanê didin
Nûnerê Serokê Hoza Erebên Xûrmato û derdora wê Şêx Sair Beyanî ji BasNewsê ragehand ku, em weke Erebên Xûrmato û derdora wê bi dengê Belê bo referandoma Kurdistanê didin.
Nûnerê Serokê Hoza Erebên Xûrmato û derdora wê Şêx Sair Beyanî da zanîn ku, serxwebûna Kurdistanê ji hemû pêkhatiyên Kurdistanê re başe û ji Hikumeta Bexda rizgardibin, herwiha wî berpirsê Ereban Hikumeta Iraqê bi hikumeteke taifî binav kir.
Nûnerê Serokê Hoza Erebên Xûrmato û derdora wê got ku, pirsa referandomê pirseke yasayî û destûriye, gelê Kurdistanê jî mafê xwe heye deng li ser wê pirsê bidin û hêvîkir ku, piraniya dengê referaandomê Belê be.
Duh, Çarşemê 7.06.2017 li pîrmam Serokê Herêma Kurdistanê bo gotûbêjkirina pirsa referandomê li gel aliyên siyasî yên Herêma Kurdistnê civiya, di civînê de biryar dan ku, roja 25.09.2017 referandoma serxwebûna Kurdistanê were encamdan.
Basnews
