• Saturday, 21 February 2026
logo

ÊRÎŞA LI TEHRANÊ - 4 çekdar kurd bûn

ÊRÎŞA LI TEHRANÊ - 4 çekdar kurd bûn
Wezareta Îtlaata Îranê ragihand, ku êrîşkarên roja Çarşemê ya li Tehranê 5 kes bûne. Li gorî şopandinên Rûdawê, 4 kes ji wan Kurd bûne û xelkê gundên ser bi bajarên Pawe û Selasa Bawecanî bûne. Nasnameya kesekî din jî nehatiye naskirin.

Serokê Komîsyona Asayişa Nîştimanî ya Parlamentoya Îranê dibêje, ji bilî wan 5 kesan, jinek jî bi tometa alîkarîkirina wan hatiye girtin. Rûdawê zanyarî wergirtine ku hêzên emnî yên Îranê li gel kesên nêzîkî wan êrîşkaran dest bi lêkolînan kiriye.

Di dîmenên kamerayên çavdêriyê de derdikeve, ku roja çarşema borî (07-06-2017), çekdarên DAIŞê dema dikevin nav Parlamentoya Îranê, raste rast teqe li derdorê dikin.

Wezareta Îtlaata Îranê nasnameya êrîşkaran eşkere kir. Li gorî gotina Serokê Komîsyona Asayîşa Nîştîmanî ya Parlamentoya Îranê, jinekê endamê DAIŞê beriya êrîşê hatiye girtin û xwe weke xelkê başûrê Îranê, daye naskirin.

Li gorî zanyariyan, ji 5 êrîşkaran 4 ji wan xelkê Rojhilatê Kurdistanê ne. Navê yek ji wan Qeyûm Datimî ye û xelkê fundê Kêmane ya bajarokê Newsûd a bajarê Pawe ye. êrîşkareke din Ramîn Ehmedî yê xelkê gundê Hecîc a ser bi bajarê Pawe ye.

Êrîşkarê sêyemîn Seryas Sadiqî yê gundê Dizawer a bajarê Pawe ye û herwiha êrîşkarê çaremîn jî bi navê Ferîdûn e û xelkê Selas û Bawecan e.

Wezareta Îtlaata Îranê eşkere dike, ku van çekdaran di nav DAIŞê de li Reqa û Mûsilê perwerde dîtine, tevlî şeran bûne.

Îtlaata Îranê di meha Tabaxa 2016ê de berpirsekî DAIŞê yê bi navê Ebû Ayşe, bi tevê komeke çekdaran hatiye Îranê û xwestine li bajarên mezhebên cuda, çalakiyên terorîstî bikin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Îtalaatê, ev grub sala derbasbûyî li bajarê Kirmanşana Rojhilatê Kurdistan3e hatine kuştin, hinek ji wan jî hatine girtin.

Wezîrê Îtlaata Îranê Mewlûd Elewî jî ragihand: “Di 2 salên derbasbûyî de zêdetirî 100 hewlên çalakiyên terorîstî hatine valaderxistin.”

Fermandarê Polîsên Îranê Husên Eşterî jî eşkere kir, ku ji bo êrîşên wiha dubare nebin, li cihên hestiyar tedbîrên tund ên ewlekariyê hatine girtin.

Çavkaniyên xwecihî yên Îranê îdîa dikin, ku êrîşkarên Tehranê beriya niha ji aliyê îstîxbaratê ve hatine girtin, lê ji ber derbarê wan de ti delîl nehatine peydakirin, hatine berdan.

Rudaw
Top