• Saturday, 21 February 2026
logo

Qasim Şeşo: Êzîdiyên ku tevlî Heşda Şeibî bibûn, poşman bûne

Qasim Şeşo: Êzîdiyên ku tevlî Heşda Şeibî bibûn, poşman bûne
Fermandarê Fermandehiya Şingalê ya Hêzên Pêşmerge Qasim Şeşo dibêje, Kurdên Êzîdî êdî ji hêza Heşza Şeibî dûr dikevin û heta niha zêdetirî 300 çekdar ji wan poşman bûne û ji refê wê hêzê cuda bûne.

Qasim Şeşo ji malpera fermî ya PDKê re ragihand: “Ligel hatina Heşda Şeibî bo navçeya Şingalê hejmarek Kurdên Êzîdî tevlî wê hêzê bûn. Hinek jî çûn ser malên xwe li navçeyên bin destê Heşda Şeibî û çend rojan li wir man, lê niha hemû poşman bûne û vedigerin Şingalê.”

Şeşo da zanîn ku zêdetirî 300 Kurdên Êzîdî dest ji wê hêzê berdane û niha tenê nêzîkî 300 kes di nava wan de mane û ew jî dê vest jê berdin û got, hemû xelkê me ne û kî vegere deriyê me ji wan re vekirî ye.

Basnews
Top