• Saturday, 21 February 2026
logo

Firaksiyona PDKê: Destnîşankirina roja referandomê, biryareka dîrokî bû

Firaksiyona PDKê: Destnîşankirina roja referandomê, biryareka dîrokî bû
Firaksiyona PDKê li parlamentoya Iraqê piştevaniya xwe bo referandoma serxwebûna Kurdistanê nîşan da û ragihand, gelê Kurdistanê dê bi dengê “erê” ji zil, zordarî, enfal û kîmyabaranê rizgar bibin.

Firaksiyona PDKê li parlamentoya Iraqê li ser referandoma serxwebûna Kurdistanê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de ku kopiyek ji BasNewsê re hatiye şandin, hatiye gotin ku destnîşankirina roja referandomê, biryareka dîrokî ye û partî û hêzên Kurdistanî dikarin bi yekrêziyê armancên gelê Kurdistanê bicîh bînin.

Di daxuyaniya firaksiyona PDKê de her wiha hatiye gotin ku ev mafekî rewa yê gelê Kurdistanê ye ku bi dengê “erê” ji zilm, zordarî, kîmyabaran û enfalê rizgar bibin û nehêlin xwîna şehîdan û xebat û berxwedana Pêşmerge û gelê kurd bi heder biçe.

Basnews
Top