Li liceyê 2 PKK’yiyan canê xwe ji dest dan
Parêzgeriya Diyarbekirê, encamên operasyonên li ser 6 navçeyên Diyarbekirê ku li 104 gundewaran tên meşandin, ji bo raya giştî ragihand. Li gorî daxuyaniya parêzgeriyê, duh (07.06.2017) di operasyonên Liceyê de 2 kes bi gûmana ku PKK’yî ne hatine girtin û di operasyonên giştî yên herêmê de gelek çek û cebilxane hatine desteserkirin.
Li gorî agahiyên leşkerî; li ser giliyê ku hatiye kirin êrîşa çekdarî li hember 5 PKK’yiyan hatiye kirin û di encamê de 2 PKK’yiyan canê xwe ji dest daye, 1 bi saxî hatiye girtin û 2 PKK’yî ji cihê bûyerê bi dûr ketine. Operasyonên li herêma Diyarbekirê dewam dikin.
K24
