• Saturday, 21 February 2026
logo

Amerîka: Serixwebûna herêma Kurdistanê pirseka navixweya Îraqê ye

Amerîka: Serixwebûna herêma Kurdistanê pirseka navixweya Îraqê ye
Wezareta derveya Amerîkayê helwistê xwe li ser referandoma serixwebûna Kurdistanê ragehand û diyarkir; Serixwebûna herêmê pirseka navxwe ya Îraqê ye û piştî têkişkandina DAIŞê, Hewlêr û Bexda dikarin danustandinê li ser biken.
Hîzert Nwêrt, peyivdara wezareta derveya Amerîkayê got: Pirsa serixwebûnê pêdivîye jibo piştî şerê DAIŞê bê helgirtin û Hewlêr û Bexda danustandinê li ser biken ji berku niha pêdivîye karê destipêkî yê herdu alîyan berhengarbûna DAIŞê be.
Da zanîn jî: Waşinton di xewnên rewayên gelê Kurd di gehe û rêzê lê digre, lê Amerîka digel yekparçeya axa Îraqê ye û pêdivîye Hewlêr û Bexda bi rêya diyalogê hemû kêşeyên xwe çarebken.

War.tv
Top