Li Wanê 3 gerîla û leşkerekî canê xwe ji dest dan
Li navçeya Elbakê ya Wanê operasyonên li dijî PKKê berdewam dike û di çarçoveya operasyonê de şer û pevçûnên dijwar rû didin. Heta niha 3 endamên PKKê û leşkerekî Tirkiyê canê xwe ji dest dan.
Herwiha hejmarek çek û teqemenî jî hatine bidestxistin.
Ji aliyekî din ve operasyona li navçeya Licê jî ev 10 roj in berdewam dike û Parêzgeriya Diyarbekirê jî ragihand ku, endamekî PKKê bi saxî ketiye destê wan û welatiyek ku alîkariya wî kiriye hatiye binçavkirin.
K24
