HSD ji aliyê rojhilat û rojava ve derbasî Reqayê bûn
HSD û hêzên beşdar karîn di hundir pevçûnên giran de derbasî taxên destpêkê yên rojhilatê û rojava yên bajarê Reqayê bibin, di demên ku firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî jî gelek bargehên DAIŞê di bajêr de armanc kirin.
Serleşkerên HSDê dan zanîn ku êrîşên wan li ser DAIŞê ji sê aliyan ve dest pê kir, ji bo wêrankirina hêza DAIŞê û rûxandina çemberên berxwedana wê. Herwiha tekez dikin pêşbîn e ku pêşveçûna wan ber bi hindirê bajêr hêdî hêdî be, ji ber metirsiya li ser jiyana sivîlên, ku DAIŞê wan wek mertalên mirovî bi kar tîne.
Piştî ku HSDê bi mehan bajarê Reqayê ji gundewaran cuda kirin, di daxuyanyeke çapemeniyê de bi beşdarbûna 17 hêzan û 35 herzar şervan, pêngava rizgarkirina bajêr ragihand.
K24
