Hevkariya pêşmerge û arteşa Îtaliyayê di civîna serokwezîr û sopasalarê Îtaliyayê de
Graziyano behsa wan alîkariyên pêşkeşî pêşmergeyê Kurdistanê kirine kir û tekîd kir ku Îtaliya dê li ser alîkarîkirina Herêma Kurdistanê berdewam be.
Nêçîrvan Barzanî kar û xebatên Îtaliyayê li Bendavê Mûsilê, bi taybetî nûjenkirina bendavê û nehêlana metirsiya herifîna wê bendavê, bilind nirxandin û got ku ew hevkarî û hevahengiya navbera pêşmerge û sopayê Îtaliyayê li bendava Mûsilê heye, ciyê kêfxweşîyê ye.
Ji bona hevkarî û alîkariyên berdewam yên Îtaliyayê ji bo herêma Kurdistanê û çareserkirina birîndarên şerê dijî terorîstên DAÎŞê li wî welatî, serokwezîr sipasiya Îtaliyayê kir û têkeliyên di navbera her du aliyan de jî bilind nirxandin.
Di civînê de mijarên weke; rewşa herêmî bi giştî, pirosesa azadkirina Mûsilê ji bin destê terorîstan, têkeliyên bi Bexdayê re û biryara diyarkirina roja encamdana referndumê haitn minaqeşe kirin.
Rudaw
