• Saturday, 21 February 2026
logo

KERKÛK - Necmedîn Kerîm bang li gel kir: Beşdarî referandumê bibin

KERKÛK - Necmedîn Kerîm bang li gel kir: Beşdarî referandumê bibin
Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm di daxuyaniyeke taybet a li gel Rûdawê de bang li xelkê Kerkûkê kir, ku di referanduma serxwebûna Kurdistanê de beşdar bibin û got: “Ez daxwaz ji hemû pêkhateyên Kerkûkê dikim ku deng bi referandumê bidin.”

Îro Çarşembî 7ê Hezîrana 2017ê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi nûnerên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re ji bo gotûbêjkirina mijara referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê, li bajarokê Pîrmamê yê girêdayî bajarê Hewlêrê civiya.

Civîna Barzanî û aliyên siyasî berî demekê bi weşandina daxuyaniyeke nivîskî bi dawî hat. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku roja 25ê Îlona 2017ê weke roja sazkirina referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê hat diyarkirin.

Piştî ragihandina diyarbûna roja lidarxistina referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê, yekem bertek ji Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ve hat.

Necmedîn Kerîm derbarê vê mijarê de daxuyaniyeke taybet da Rûdawê û keyfxweşiya xwe li hember diyarkirina roja sazkirina referanduma serxwebûna Kurdistanê nîşan da û piştgiriya xwe bo birêveçûna referandumê jî aşkere kir.

Necmedîn Kerîm got: Ez pîrozbahiyê li xelkê Kurdistanê dikim, ev biryara ku derbarê referandumê de hatiye dan, ji bo me pir giring e, çimku referandum bo serxwebûna Kurdistanê tê kirin û em bi hemû şêweyekê piştevaniyê lê dikin.

Parêzgarê Kerkûkê got: “Referandum a ti partiyeke Kurdistanê nîne, dive hemû aliyên siyasî beşdariyê di referanduma Kurdistanê de bikin.”

Kerîm bang li xelkê Kerkûkê dike ku beşdariyê di referandumê de bikin û tekez dike: “Ez daxwaz ji hemû pêkhateyên Kerkûkê jî dikim ku deng bidin referandumê.”

Derbarê beşdarnebûna Tevgera Goranê û Komela Îslamiya Kurdistanê di civîna îro ya navbera Barzanî û aliyên siyasî de jî, Necmedîn Kerîm destnîşan kir: “Tevgera Goranê û Komelê piştevaniya xwe nîşan dane, lê belê dibe ku hiek têbîniyan wan hebe, ji ber ku erkê ser milê hemû aliyan û bi taybetî PDK û YNKê ye, ku dilgiraniyên wan nehêlin.”

Rudaw
Top