Roja 25 Îlonê wek roja referandûmê hat ragihandin
Îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel nûnerên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê civiya.
Serokê Liqa Hewlêrê a Bereya Tirkmenan Aydin Marûf ji K24ê re ragihand, îro di civînê de hat ragihandin ku roja 25 Îlona 2017an referandûm tê kirin.
Marûf aşkere kir jî, roja 6 Mijdara 2017an, proseya hilbijartina serokatiyê û parlementoyê li Herêma Kurdistanê bi rê ve diçe.
Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, rapirsî li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê jî tê kirin.
K24
