• Saturday, 21 February 2026
logo

Serok Barzanî kirdarên terorîstiyên bajarê Tehranê şermezar kir

Serok Barzanî kirdarên terorîstiyên bajarê Tehranê şermezar kir
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Gelek bi tundî êrîşa terorîstiya roja çarşem 07.06.2017 ya li bajarê Tehranê şermezar dikim û bi vê helkefta xemgîn ve serxweşiyê li gel û Hikûmeta Komara Îslamiya Îranê û kesukarên qurbaniyên vê kirdara terorîstî dikim. Teror dijminê hevbeşê gelên navçeyê û dijî hemû bihayên asmanî û miroviyane. Rûbirûbûna wê jî hewlekî hemû aliyeneya welatan pêwîste û erkê ser milê hemû aliyeke. Gelê Kurdistanê bi xwe qurbanê destê terore li sengera pêş ya dijayetîkirina terore. Hêvîdarim bi hemahengiya hemû aliyek teror ji holê bê rakirin û navçe û cîhan ji wî dijminê dirinde rizgar bibin.

Mesûd Barzanî
07.06.2017
Top