Agahiyên dawî li ser parlamentoya Îranê û qebra Xumênî
Îro danê sibê komek çekdarên nenas êrişî parlamentoya Îranê kirin, paşê qebra Xumênî jî rastî êrişa çekdarî hat.
Li gorî agahiyan, heta niha 7 polîs û pasdar, karmendekî şaredariyê û êrişkarek hatine kuştin, 11 kes jî birîndar bûne ku piraniya wan sivîl in.
Tê gotin ku heta jî alozî didome û êrişkaran li nav parlamentoyê de çend kes dîl girtine.
Hat ragihandin ku Wezîrê Hundir yê Îranê Ebdulrehman Fezlî bi rayedarên asayîş û polîs yê Tehranê re di civînê de ye.
Heta niha ti daxuyaniyek fermî li ser wan bûyeran nehatiye dayîn.
Basnews
