Li Efrînê Serokê Desteya Parastinê dest ji kar vekişand
Encûmena Zagonsaz ya li bajarê Efrînê ragihand, ku wan daxwaza destjikarkişandina Serokê Desteya Parastinê Ebdo Îbrahîm qebûl kiriye.
Hat ragihandin ku, Ebdo Îbrahîm ji berî 3 hefteyan ve daxwaza vekişandina ji kar pêşkêş kiribû.
Hîna Rêveberiya Xweser a Efrînê, ti kes li cihê Ebdo Îbrahîm destnîşan nekirin.
Ebdu Îbrahîm ji sala 2014 ve Serokê Desteya Parastinê li bajarê Efrînê bû.
k24
