• Saturday, 21 February 2026
logo

Wezira berevaniya Almanya: Emê di heftiya pêş de xwe li Încîrlîkê paşve bikşînin!

Wezira berevaniya Almanya: Emê di heftiya pêş de xwe li Încîrlîkê paşve bikşînin!
Wezîra berevaniya Almanya Ursula Von der Leyen da xuya kirin ku ewê biryara vekişandinê ya li binkeya Încîrlîkê roja çarşemê bigrin û di heftiya pêşiya me de jî dest bi vekişandinê bikin.

Di serdana wezîrê karê derve yê Almanya ya li Tirkiyê de hevkarî derneket. Gabriel ku ji bo serdana leşker û cîgirên Elmanya bibîne hewl da careke din desturê bixwaze, destvala zivîrî walatê xwe.

Wezîrê karê derve yê Tirkiyê Çavuşoğlu di hevdîtina dualî de bi Gabriel re anîziman ku ew dikare serdana cêgirên Almanya yên li binkeya NATO bike lê serdana încîrlîk bi derfet nîne. Gabriel ku bernameya wî ya bi Bînalî Yıldirim re jî hatibu betal kirin dema ji Tirkiyê tu encam negirt, da xuya kirin ku vekişandina binkeyên leşkerî û balafirên Tornado yên li Încîrlikê teke çareye.

Wezîra berevaniya Almanya Ursula von der Leyen jî di daxuyaniyekî de diyar kir ku biryara vekişandinê di 7 Hezîranê de di civîna wezîran de wê bê girtin û xebatên vekişandina leşkeran li Încîrlîkê jî di heftiya pêşiya me de dê dest pê bike. Li gor nûçeya ku di çapemeniya Almanya de hatiye jî, runiştinên nû wê di 19 Xizîranê de destpê bike û ji ber vê jî dibe ku biryara rûniştina li ser xwe paşde vekişîna ji Încîrlîkê ji 19ê Xizîranê re bê hiştin.

Basnews
Top