• Saturday, 21 February 2026
logo

Barzanî li gel aliyên siyasî dicive: rojev referandûm e

Barzanî li gel aliyên siyasî dicive: rojev referandûm e
Hate gotin, ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê ligel aliyên siyasî yên Kurdistanê kombibe û mijara referandûmê yek ji rojeva sereke ya civînê ye.

Endamê Desteya Serokatiya Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê Sedî Xalid ji Rûdawê re ragihand, ku roja 7ê hezîrana 2017ê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê ligel nûnerê hemû partî û aliyên siyasî bicive û da zanîn, ku partiya wan ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve ji bo civînê hatiye vexwendin.

Sedî Xalid da xuyakirin, ji wan re hatiye gotin, ku dê zêdetir liser mijara referandûmê guftûgo were kirin.

Xalid got: “Herêma Kurdistanê niha ji qonaxekî hestyar re derbas dibe, lewma civînên bi vî awayî ji bo Kurdistanê pir giring in.”

Civîna Serokê Herêma Kurdistanê ya ligel aliyên siyasî dê roja Çarşemê 07-06-2017, demjimêr 02:30ê piştî nivro li Pîrmamê be.

Rudaw
Top