• Saturday, 21 February 2026
logo

Îraq û Qeter li ser başkirina peywendîyan rêk dikevin

Îraq û Qeter li ser başkirina peywendîyan rêk dikevin
Serokê civata nûnerên Îraqê digel mîrê Qeter kom dibe û herdu alî li ser berifrehkirina peywendîyan rêk keftin.
Selîm Ciborî bi seredaneka fermî li dewîya paytextê Qeterê ye û duh digel Temîm bin Hemed, mîrê Qeterê kom dibe, di kombûnê de herdu alî li ser berifrehkirina peywendîyên hikumetên welatên xwe rêk keftin û herwisa başkirina hemahengîyê di şerrê dijî terorê de bas kirin.
Ciborî duh geştek ji bo seredana çendîn welatên ‘Erebî destipê kire û yekem westgeha wî, Qeter bû.

War.tv
Top