Li Bexdayê civîneke bi lez di navbera Iraq, Îran û Tirkiyê de bi rêve diçe
Mihsin Rizayî roja, Duşemê 5.06.2017 li ser rûpela xwe ya Tiwîterê ragehandibû ku, Îran, Tirkiyê û Iraq derbarê kirîza Qeterê û bi armanca daxwazkirin ji kongreya Islamî bikin daku, wê kirîzê çareserbike li hev dicivin, herwiha wî berpirsê Îranî dema hevdîtinê aşkere nekir.
Civîna her 3 aliyan piştî wê yekê hat ku, Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf pêwendiyeke telefonî bi her yek ji Wezîrê Derve yê Tirkiyê, Wezîrê Derve yê Iraqê Ibrahî Caferî, yê Umanê Yûsif Bin Elewî bin Ebdula û Wezîra Derve ya Indinosyayê Rîtno Mersodî re kir, daku bi awayeke lezgîn rewşa di navbera Qeter û hin welatên Kendava Erebî de rûdayî çareserbikin.
Berî niha Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî metirsiya welatê xwe derbarê pêşhatiyên dawî di pêwendiyên hin welatan de ragehandibû û daxwaz kiribû ku, ew pirsgirêk bi rêya danûstandinan werin çareserkirin.
Daxuyaniyên Îranê piştî wê yekê hatin ku, Erbistana Siûdiyê, Misir, Imarat û Behrên hemû pêwendiyên xwe li gel Qeterê qutkirin, piştî wan jî Yemen û Lêbyayê jî pêwendiyên xwe qutkirin.
Ji aliyê xwe ve Qeterê bi awayeke fermî ragehand ku, qutkirina pêwendiyan cihê mixabiniyê ye û ne li ser bigiheke rast hatine avakirin.
basnews
