Serok Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda Partiya Lil Iraq Mutehedun kir
Li hevdîtinê de ku bi amadebûna Fazil Mîranî Sekreter û Dr Roj Nurî Şawês û Azad Berwarî Endamên Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê birêveçû, di derbarê rewşa siyasî û emnî ya Iraqê û şerê dijî terorîstan li Musil û qonaxa piştî Da'îş de danustandina bîr û ramanan kirin.
Her li vê civînê de ronahî xistin li ser paşaroja siyasî ya Iraqê û hilbijartinan û metirsiya nemana tewafuq û şeraketê û her wiha ew gefên ku li qonaxa paşarojê da rûbirûyê Iraq û navçeyê dibin.
Li beşekî dinê civînê de her dû alî li ser hemahengî û peywendî û şêwirîna berdewam li ser pêşhatên siyasiyan bi hevrebûn.
