• Saturday, 21 February 2026
logo

Parlamenterên HDPê ji hemwelatîbûna Tirkiyê têne derxistin

Parlamenterên HDPê ji hemwelatîbûna Tirkiyê têne derxistin
Hat ragihandin ku derbarê 130 kesên ku derheqê wan de lêpirsîn hatiye vekirin heger heta 3 mehan venegrin Tirkiyê dê ji hemwelatîbûna Tirkiyê werin derxistin. Di nava wan 130 kesan de herdu parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Faysal Sariyildiz û Tugba Hezer jî hene.

Wezareta Dadmendiyê ya Tirkiyê îro bangî 130 kesên ku derheqê wan de lêpirsîn hatiye vekirin, ku di heyama 3 mehan de vegerin Tirkiyê.

Ew 130 kesên firarî heger heta 3 mehan venegerên Tirkiyê dê bi pêşniyariya Wezareta Dadmendiya Tirkiyê û bi biryara encûmena wezîran ji hemwelatîbûna Tirkiyeyê werin derxistin.

Di listeya rojnameya fermî de hatiye belavkirin navê Parlamenterên HDPê Faysal Sariyildiz û Tugba Hezer, Parlamenterê HDPê ye berê Ozdal Uçar jî hene. Herwiha navê Fetullah Gulen jî heye.

Rudaw
Top