Parlamenterekî Iraqê: PKK û Nûrî Malikî mijûlî danîna pilanekê li dijî Şingal-Kerkûk-Xaneqînê ne
Parlamenterê kurd û endamê firkasiyona PDKê li parlamentoya Iraqê Îslam Husên ji BasNewsê re got, PKK niha hewl dide bi rêya Dewleta Qanûnê ya Iraqê, bi serokatiya Nûrî Malikî, hebûna xwe li Iraqê qanûnî bike ji ber ku PKK ditirse Hikûmeta Kurdistanê guvaşa li ser wê zêde bike û wê ji Şingalê derxîne.
Îslam Husên her wiha got, PKK dixwaze bi vê rengî hebûna hêz û baregehên xwe yên li Şingal, Xaneqîn û Kerkûkê qanûnî bike.
Wî parlamenterê kurd da xuyakirin, piştî ku referandoma serxwebûna Kurdistanê ket rojevê PKKê pêwendiyên xwe bi Dewleta Qanûnê re xurttir kiriye û dixwaze bi vê yekê astengiyan li pêşiya serxwebûna Kurdistanê derxîne.
Beriya niha fermandeyekî PKKê li Şingalê gotibû, em hêzeka Iraqî ne û armanca me jî ew e ku rê nedin Şingal bibe beşek ji Herêma Kurdistanê.
Basnews
