• Saturday, 21 February 2026
logo

Zêdetirî 1000 koçber derbasî Efrînê bûn

Zêdetirî 1000 koçber derbasî Efrînê bûn
Li gorî çavkaniyên ji herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ve, di heyama du rojên derbasbûyî de, 1 hezar û 40 koçberên din xwe gihandin sînorê wê herêmê.

Pêla koçberiyê ji herêmên di bin kontrola çekdarên DAIŞê de û bi taybet ji herêma Şehbayê, ber bi herêmên ewlehtir ve berdewam e.

Li gorî Rêveberiya Deriyê Qetmayê li rojhilatê Efrînê, di her du rojên derbasbûyî de, ji herêmên di bin kontrola hêzên Artêşa Tirkiyê û çekdarên dijbereya Sûriyê de pêla koçberiyê ya ber bi Efrînê ve didom e.

Rayedarên deriyê sînorî yê Qetma ragihandine, kuji herêmên di navbera Ezaz, Cerablus û Ezazê de 1 hezar û 40 koçber derbasî sînorê herêma Efrînê bûne.

Hêzên ser bi Asayişa Efrînê ve, ew koçberên nû di kampên Rûbar û Şehbayê de bi cih kirine.

Ji ber ku li gelek deverên Suriyê şer û pevçûn didomin, xelkê sivîl ji bo parastina canê xwe ji cihên şer derdikevin û berê xwe didin cihên bi ewletir, ku deverên Rojavayê Kurdistanê li gorî cihên din ên Sûriyê bi ewletir in.

Rudaw
Top