• Saturday, 21 February 2026
logo

ENKS li pêşiya nivîsîngeha Netewên Yekgirtî li dijî kiryarên PYD derket xwepêşandanê

ENKS li pêşiya nivîsîngeha Netewên Yekgirtî li dijî kiryarên PYD derket xwepêşandanê
Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li bajarê Qamişlo mangirtinek ji bo girtiyên di zindanên Rêveberiya Xweser de lidar xist.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo ragihand, Li ser biryara Emîndariya Giştî ya ENKSê, hijmarek ji serkirde û cemawerên ENKSê li pêş nivîsîngeha Netewên Yekgirtî ya li bajarê Qamişlo mangirtinek bi armanca serbestberdana girtiyên di zindanan de lidar xistin.

Tê zanîn endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Nafê Ebdulah, endamê Polîtburoya PYKS Silêman Oso, endamên Emîndariya Giştî yên ENKSê Mihsin Tahir û Mihemed Emîn Husam di girtîgehên Rêveberiya Xweser de girtî ne.

Basnews
Top