Robert Ford: Ji biçekirina YPGê, Qaide 4 derdikeve
Robert Ford ku, di dema şerê navxweyî li Sûriyê dest pê kir, Balyozê Amerîka yê Şamê bû, derbarê pêvajoyê de bo rojnameyeke Tirkiyê axivî û got, wî qet hêvî nedikir Serokê Sûriyê Beşar Esed ewqas dirêj di desthilatiyê de bimîne.
Ford da xuyakirin, biçekirina YPG dibe ku di demeke kurt de tiştekî baş be, lê di demdirêjiyê de encamên xerab bixwe re bîne, jiber ku PYDê çavnetêr e û dê ev bibe sedem ku piştevaniya rêxistinên tundrew zêde bibe.
Herwiha Ford got, dibe ku Reqa ji DAIŞ bê paqijkirin, lê wê demê cureya 4emîn ya El-Qaîde dê derkeve pêş, ku, niha cureya 3emîn ya El-Qaîdeya li Idlibê heye.
K24
