• Saturday, 21 February 2026
logo

Tirkiye mafê welatîbûna ji 130 kesî distîne

Tirkiye mafê welatîbûna ji 130 kesî distîne
Hikûmeta Tirkiyê ragihand, 130 welatiyên ku niha li derveyî Tirkiyê ne, eger di heyama 3 mehan de venegerin, dê mafê welatiyê ji wan bê standin.

Hikûmeta Tirkiyê derbarê mijarê de lîsteyek amade kir û lîste îro di rojnameya Fermî de hat belavkirin.

Bo vegerê 3 meh molet tê dayîn û eger ku venegerin dê welatîbûna wan bikeve.

Di lîsteyê de Parlamenterên HDPê yê Şirnexê Faysal Sarîyildiz û ya Wanê Tûba Hezer û Parlamenterê berê yê BDP'ê Ozdal Uçer jî hene.

Her weha di lîsteyê de rêberê Cemaeta Gulenê Fethulah Gulen û gelek kesên ku bi rêvebertiya Cemaeta Gulen û DAIŞ tên tometbarkirin hene.

Basnews
Top