Seidî Pîre: Polîtburoya YNKê dê gotûbêja pêşeroja rêkeftina li gel Gorran bike
Endamê polîtburoya YNKê Seidî Ehmed Pîre ji BasNewsê re ragehand, îro 05.06.2017ê dê polîtburoya YNKê li Silêmaniyê bicive.
Herwaha got di civînê de pirsgirêkên navxwe yên Kurdistanê û pêşeroja rêkeftina di navbera YNKê û Gorran û rewşa herêmê bi giştî dê bê gotûbêj kirin. Û got: ‘’Herçend heta naha bi temamî bername nehatiye diyar kirin jî, lê bi giştî dê ev mijarane bên gotûbêj kirin.’’
Berpirsên Tevgera Gorran bi awayeke berdewam, YNKê ji ber bicîh neanîna rêkeftinê tometbar dikin û ji ber vê jî gelek endamên Tevgera Gorran dibêjin divê rêkeftin bê hilweşandin.
Basnews
