YPG: Di Gulanê 111 şervan şehîd bûne
YPGê di daxuyanyekê ragihand, ku 111 şervanên wan di meha Gulanê de şehîd bûne, ku 92 şervan ji wan di şerê Hêrsa Ferêt de û 19 şervanên din di hin bûyerên cuda de şehîd bûne, ku ji wan 8 şervan endamên Yekîneyên Parastinê yên Jinê (YPJ) ne.
YPGê beşeke sereke ye ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk e, niha bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî şerê kontrolkirina Reqayê bi rê ve dibe.
K24
