Tirkiya dê 8 wezîran ji kar labide
Rojnameya Hurîyet ya Tirkî ragehand: Ji hejmara heşt wezîrên Tirkiya ku dê di kabîneya wezîran ya nû li heftîya bêde hên guherîn, du ji wan nêzîke Ehmed Dawdoxlo, serokwezîrê berê yê Tirkiya û ‘Ebdula Gûl, serokkomarê berê yê wî welatî ne û dê bi gomana peywendîyan li gel tevgera Fethula Guylenî ji kar bi hên dûr xistin.
Da zanîn jî: Bîrol Erdem, serokê şîretkarên serokwezîrê niha yê Tirkiya, Bînalî Yildirim li roja eynyê bi heman sûç di gel hevjîna xwe ji alîyê polîsan ve hat desteser kirin.
Got jî: Li dijî pêşbînîyan Parta Neteweperista Tirk, mehepe pişikdarî kabîneya nû ya wezîran nabe.
Waar.tv
