• Saturday, 21 February 2026
logo

Fuad Husên bi Nûnerayetiya Serok Barzanî serxweşiyê li Konsolxaneya Brîtaniya kir

Fuad Husên bi Nûnerayetiya Serok Barzanî serxweşiyê li Konsolxaneya Brîtaniya kir
Roja yekşem 04.06.2017 li peywendiyekî telefonî li gel Konsolxaneya Brîtanya li Hewlêr, Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê bi Nûnerayetiya Serok Barzanî peyama hevxemî û hevsoziya Serok Barzanî ji bo gel û Hikûmeta Brîtanya bi Konsolxaneya Brîtanya li Hewlêr gihand ji bo kirdara terorîstiya bajarê London li 03.06.2017 ku hejmarek hemwelatî bûne qurbanî.

Li vê peywendiyê da Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê serxweşiyê li kesukarên qurbaniyan kir û tekez jî li wê yekê kir ku teror gefeke cîhanî û hemû aliyaneye û li vê rûdana terorîstiyê da gelê Kurdistanê hevxemê gelê Brîtanyaye.

Top