HSDê ji sedî 90 ji bajarokê Mensûra kontrol kiriye
HSDê Di daxuyaniyekê de diyar kir, ku hêzên wan şeva borî derbasî bajarokê Mensûra bûne û ji sedî 90 ji wî bajarokî kontrol kirine û tenê du taxên bajêr di destê DAIŞê de mane.
HSDê Got jî, di şerê wî bajarokî de, bi dehan çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Berî nIha jî Berdevkê HSDê Telal Silo raghandibû, ku bajarokê Mensûra yek ji pêgehên gîring ên çekdarên DAIŞê ye û gotbû, ewê hemû bizavên xwe bikin da ku wî bajarokî kontrol bikin.
Bajarokê Mesûra li ser çemê Ferêt e û 30 k.m li rojavayê Reqayê dikeve. Dora 50 hezar kes tê de dijî.
K24
