Li ST. Petersburgê şandeya Kurdistanê digel serok û rêvebirya Gazprom Neft civiya
Serokê kompaniya Gazprom Neft behsa kar û xebatênxwe yên li Herêma Kurdistanê kir û diyar kir ku xebatên wan li wir bi başî birêve diçin û ew amadene di paşerojê de kar û çalakiyên xwe li Herêma Kudistanê di warê neft û gazê de berfirehtir bikin.
Nêçîrvan Barzanî sipasiya serok û rêvebiriya kompaniya Gazprom Neft kir ku di demên nexweş û dijwar de ew hatin Herêma Kurdistanê û di warê enerjiyê de dest bi kar û xebatên xwe kir û di dema gef û êrîşên DAÎŞê de, wê kompaniyê dest ji karê xwe berneda û ji Kurdistanê derneketin, ev helwesta serok û rêvebirya kompaniyê cîyê sipasî û qedirgirtinê ye.
Serokwezîr berheviya hikûmeta Herêma Kurdistan ji bo hevkarî û hevahengiyê bi kompaniya Gazprom Neft re nîşan de ku di paşerojê de kar û xebatên xwe di warên cuda de li Herêma Kudistanê berfirehtir bikin.
