• Saturday, 21 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Fermandeyê Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da'îş li Iraq û Suriye kir

Serok Barzanî pêşwaziya Fermandeyê Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da'îş li Iraq û Suriye kir
Roja çarşem 31.05.2017 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya General Stîvn Tawnsênd Fermandeyê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Suriye û şandekî li gel kir ku ji Ken Gruss Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêr û hejmarek ji efser û şêwirmendên artêşa Amerîkayê pêkhatibû.

Li civînê de ku birêz Kerîm Şingalî Wezîrê Pêşmerge bi Wekalet û Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê amade bûn, bi hurî behsa berev pêşveçûnên operasyona azadkirina Musilê kirin û rewşa meydaniya bereyên şerê terorîstan li parêzgeha Nînowa û pêşhatên nû yên wî şerî hate nirxandin û Fermandeyê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Suriye xweşhaliya xwe bi wê hemahengî û hevkariya bi hêz ya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê xisterû ku li çarçêweya operasyona azadkirina Musilê da pêkhatiye û nîgeraniyên her dû aliyan jî di derbarê wan karên berevajiya rêkkeftina hevbeşa Herêma Kurdistan û Amerîka û Iraqê hatine encamdan xistinrû û gef li ser aramiya navçeyên azadkiriyên parêzgeha Nînowa dane zanîn û Fermandeyê Hevpeymaniya Navdewletî ragihand ku ew bi hurî çavdêriya rewşê dikin û behsa rêkarên pêwîst yên ji bo rêgirtina wan zêdeçûnan kirin.

Li dawiya civînê de tekez li ser berdewamiya guftûgo û hevkarî û hemahengiya her dû aliyan kirin.

Top