Nêçîrvan Barzanî: Ezîz Mihemed kesatiyek welatparêz û azadîxwaz bû
Malbata birêz Ezîz Mihemed
Komîteya nawendî ya her du; Partiyên komunîst ya Kurdistan û ya Îraqê
Nûçeya wefatkirina birêz Ezîz Mihemed, tekoşer û kesatiyê navdarê Kurdistan û Îraqê, em xemgîn kirin. Bi vê minasibeta xemgîn sersaxiyê ji we yên birêz, kesûkar û hemû alîgirên rêbaza xwedêjêrazî re dixwaz im.
Ezîz Mihemed, weke kesatiyek welaparêz û azadîxwaz, roleke ber bi çav di bizava siyasiya Îraqê li dijî diktatoriyê hebû û ji bona bicîkirina azadî û demokrasiyê li Îraqê xebateke dijwar meşand. Di nava bizava rizgarîxwaza Kurdistanê jî de, di rojên dijwarên xebata gelê Kurdistanê ji bo mafên neteweyî û niştimanî, roleke bi bandor hebû. Di çarçovey Bereyê Kurdistanî û destkirin bi pirosesa demokrasî li Kurdistanê, piştî serhildana 1991ê, beşdariyeke ber bi çav hebû.
Ji malbat û kesûkarên xwedêjêrazî re sebir û tehemûlê dixwaz im û hêvîdar im ev xema wan a dawiyê be.
Nêçîrvna Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
31.05.2017
