• Saturday, 21 February 2026
logo

Li ST. Petersburg beşdariyê di Foruma Êkonomî ya Navdewletî de dike

Li ST. Petersburg beşdariyê di Foruma Êkonomî ya Navdewletî de dike
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 31.05.2017ê, bi serokatiya şandeyeke bala ku ji Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr û hijmareke wezîr û berpirsên hikûmeta Kurdistanê pêk tê bi serdaneke fermî gihiştine Rûsyayê û dê li bajarê ST. Petersburg beşdariyê di Foruma Êkonomî ya Navdewletî de bike.

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Rûsyayê de, serokwezîrê Kurdistanê û şandeya pê re dê digel Vladimir Putin serokê Rûsyayê û Sergej Lavrov wezîrê derve û hijmareke berpirsên wî welatî û serokên her du kompaniyên Gazprom û Russneft bicive.


Foruma Êkonomî li ST. Petersburg dê sê rojan dewam bike û di nava van rojan de serokwezîrê Kurdistanê û şandeya pê re dê çend dîdar û civînan pêk bîne.

Nêçîrvan Barzanî û şandeya pê re yekem civîna xwe digel rêvebir û berpirsên kompaniya Russneft ya Rûsyayê ku, yek ji kompaniyên mezin yên warê enerjiyê ye, dest pê kir. Di civînê de hevkariya navbera Herêma Kurdistan û kompaniya Russneft niha û di paşerojê de û mekanîzma peydakirina derfetên berhemanîna di warê enerjiyê de li Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.
Top