PKK ji ber Heşda Şeibî û Îranê bûye du alî!
Hêzên Heşda Şeibî di heyama çend rojên borî de karîne xwe ji rojavayê Mûsilê re bigihînin ser sînorê Iraq û Sûriyê.
Piştî ku cîgirê berpirsê giştî yê Heşda Şeibî, Ebû Mehdî Muhendis ragihand ku ji bo ku Heşda Şeibî derbasî Sûriyê bibe dê bi rêjîma Beşar Esed re hevdîtin bikin, fermandeyekî YPGê ji rojnameya şerqul Ewsret re gotiye ku li dijî wê ne hêzên nêzîkî Îranê derbasî Sûriyê bibin.
Wî fermandeyê YPGê, ku navê wî Ciwan Îbrahîm e û wek berpirsê giştî yê asayişa PYDê jî tê nasîn, her wiha gotiye, em Îranê hişyar dikin ji ber ku dixwaze hêzên xwe yên veşartî li dijî me bixe hereketê.
Fermandeyekî din yê YPGê ji heman rojnamê re gotiye, YPG ti carî qebûl nake bibe pira di navbera Heşda Şeibî û rêjîma Sûriyê de.
Wî rayedarê YPGê gef li Heşda Şeibî xwariye û gotiye, eger ew derbasî herêma me bibin emê bi tundî li dijî wan derkevin, em çawa şerê DAIŞê dikin emê wisa şerê wan jî bikin.
Ev nîşan dide ku piştî ku Amerîka alîkariyên serbazî dane YPGê, serkirde û mezinên YPG û PKK bûne du alî; aliyekî li dijî Îran û Heşda Şeibî ye aliyek jî pê re ye.
Basnews
