• Saturday, 21 February 2026
logo

Malikî gef li Herêma Kurdistanê xwar, serokomarê kurd yê Iraqê pê re rûnişt!

Malikî gef li Herêma Kurdistanê xwar, serokomarê kurd yê Iraqê pê re rûnişt!
Piştî ku cîgirê serokomarê Iraqê Nûrî Malikî bi tundî gef li Herêma Kurdistanê xwar, serokomarê kurd yê Iraqê Fuad Mehsûm serdana wî kir!

Duh Nûrî Malikî, ku cîgirê serokomarê Iraqê ye, di hevpeyvînekê de ligel rojnameyeka Libnanî, bi tundî gef li kurdan û Herêma Kurdistanê xwaribû û gotibû, eger ew dest ji serxwebûnê bernedin dê li hember wan hêz bikar bînin!

Çend saetan piştî belavbûna hevpeyvîna Nûrî Malikî, serokomarê kurd yê Iraqê Fuad Mehsûm, bêyî ku ti bertek yan nerazîbûnekî li dijî gotinên Malikî nîşan bide, çû ba wî û li ser serdan û hevdîtinên xwe bi rayedarên Urdin û Erebistanê re agahî da wî.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Omêd Sebah jî bi tundî bersiva Malikî dabû û gotibû, Malikî fêrî wê yekê bûye ku ji bo hilbijartinan dijminatiya gelê Kurdistanê bike lê ne ew ne jî yên ku pişta wî digirin, ti qîmeteka wan bo me tine.

Dr. Omêd Sebah her wiha gotibû, Malikî bû sebeba wêranbûna Iraqê ji ber wê jî diviya heta niha xwe kuştiba.....!

Basnews
Top