• Saturday, 21 February 2026
logo

Civîna wezîran qonaxa yekem ya Biometry dinirxîne

Civîna wezîran qonaxa yekem ya Biometry dinirxîne
Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê, roja sêşmê 30.05.2017ê li bajarê Hewlêrê, di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê û bi amadebûna Qubad Talebanî cîgirê serokwerzîr civiya.

Di destpêka civînê de, civata wezîran hatina meha Remezanê li hemû misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê pîroz kir hêvî xwest ku meha Remezanê ji bo xelkê Kurdistan û Îraqê xêr û xweşiyê bi xwe re bîne.

Qubad Talebanî cîgirê serowezîr raporek li dor pirosesa Biometry digel hûrgiliyên bicîkirina qonaxa yekem ya wê pirosesê pêşkeşî civînê kir û diyar kir ku heta niha yekmilyon û seduheştêûçarhezar miaşgiran navên xwe qeyd kirine ku dike 91% ji rêjeya miaşgirên hikûmeta Herêma Kurdistanê. li dor raporê zêdetir yên heta niha navên xwe qeyd nekirine yên derveyî welat in.

Talebanî pêşniyar kir ku sîstema qeydkirina navên miaşgirên hikûmeta Herêma Kurdistanê bibe beşek ji sîstema îdariya Herêma Kurdistanê û roja 15.06.2017ê roja dawiyê ya qonaxa yekem ya qeydkirina navên miaşgiran be û êdî ji meha îlonê ya îsal û vir de miaş bi sîstema Biometry bên dabeş kirin.
Piştî ew rapor ji aliyê beşdarên civînê ve hatî helsendanidn, civînê kar û xebaêtn Qubad Talebanî û tîma wî ya sîsîtema Biometry bilind nirxandin.

Mijara din ya civîna civata wezîran li ser siyaseta avê li Herêma Kurdistanê bû û di vê çarçoveyê de Newroz Mewlûd wezîra şaredarî û tûrîzmê raporek li ser çaksaziyên sektora av û avrêjan û bi giştî siyaseta birêvebirina warê avê raporek pêşkeşî civînê kir.
Piştî ew rapor di civînê de hatî nirxandin, civînê piştevaniya xwe ji bo pilana hevsengiya xericî û dahatiniyê ava vexwarinê nîşan da û bi pêwîstî zanî ku siyasetake karîger a birêvebirina sektora avê li Herêma Kurdistanê bê meşandin û ji bona baştirkirina rewşa avê hevehangî digel saziyên taybetmedarên navdewletî bê kirin.

Beşdarên civînê Yekê Hizîranê cejina zarokan ya cîhanî li zarokên Kurdistan û cîhanê pîroz kir û hêvî xwest ku zarokên Kurdistanê, weke hemû zarokên cîhanê, bi timamî bi hemû mafên xwe şad bibin û hikûmeta herêma Kurdistanê dê bi her awayî ji bona dabînkirin û parastina mafên zarokan bixebite.


Top