Amerîkayê dest bi şandina çekên nû bo YPGê kir
Li gorî nûçeya Reutersê, berpirsekî Rêveberiya Amerîkayê ragihandiye, Amerîkayê di 24 saetên bihorî dest bi şandina çekên nû bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku YPG pêşengiya wê dike, kiriye.
Wî berpirsê amerîkî ku navê wî nehatiye aşkerekirin, daye zanîn, ku şandina wan çekên nû bo HSDê û YPGê ji bo alîkarîkirina wan di şerê li dijî DAIŞê de û destpêkirina operasyona rizgarkirina bajarê Reqayê ye.
Li gorî wî berpirsê amerîkî ku ji Reutersê re axiviye, birêkirina wan çekan bo bakurê Sûriyê ji 24 saetên bihorî ve dest pê kiriye û tekez kiriye, ku şandina çekan bo hêzên hevpeymanên Amerîka li bakurê Sûriyê piştî îmzakirina biryara çekdarkirina YPGê ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump di rojên derbasbûyî de ye.
Ew yek di demekê de ye, ku her îro Nûnerê Trump di Hevpeymaniya Navdewletiya li dijî DAIŞê de, Brett McGurk ragihandiye, ku dema destpêkirina operasyona Reqayê gelek nêzîk bûye.
McGurk herwiha gotiye, ku ew dê bi Hêzên Sûriyeya Demorkatîk re dest bi operasyona Reqayê li dijî DAIŞê bikin.
Tirkiye li hember wan pêngavên Amerîkayê, yanî şandina çekan bo YPGê û destpêkirina operasyona Reqayê bi HSDê re, pir dilgiran e û bi tundî helwest û siyasetên Waşingtonê rexne dike.
Her di wê çarçoveyê de, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di serdana 16ê Gulanê ya bo Amerîkayê de, li ser wan mijaran bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re gotûbêj kir, lê bersivek erênî bi dest nexist.
Rudaw
