• Saturday, 21 February 2026
logo

PKK bi tometên cuda çar fermandarên YPGê direvîne

PKK bi tometên cuda çar fermandarên YPGê direvîne
Endameke encûmena xwecihî yê ENKSê amaje bi vê yekê kir ku PKKê bi tometên cuda cuda li rojavayê Kurdistanê çar fermandarên YPGê revandine û çarenivîsa wan ne diyar e.

Endamê encûmena xwecihî ya ENKSê li Qamişlo Mîrvan Hemdo ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ev 15 roje çar fermandarên YPGê ji aliyê PKKê ve hatine bê serûşûm kirin û di nav wan de berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl û cîgirê rêveberiya Asayîşa Amûdê jî hene.

Wî endamê ENKSê got: ‘’Revandina wan çar fermandarên YPGê li rojavayê Kurdistanê guman li gel xelkê ava kiriye û PKK jî ti daxuyaniyek fermî di vê derbarê de nedaye û behsa vê yekê hatiye kirin ku bi tometên cuda cuda li ser wan hatine kirin û beşek ji wan jî senaryoyên PKKê bixwe ne. Naha jî berpirsê asayîşa Girkê Lekê bi demek kurt wek berpirsê asayîşa deriyê Sêmalka hatiye destnîşan kirin û çarenivîsa wan çar fermandaran ne diyar e.’’

Basnews
Top