• Saturday, 21 February 2026
logo

Human Rights Watch:Çi cudahî di nêvbera hêzên Îraqî û DAIŞê de nîne

Human Rights Watch:Çi cudahî di nêvbera hêzên Îraqî û DAIŞê de nîne
Rêkxistina Cîhanî a çavdêrîya mafên Mrovî, Human Rights Watch ragehand; Ji aliyê pêşêlkaryên dijî xelkê sivîl ve, çi cudahî di nêvbera hêzên êmnahîya Îraqê û Teroristên DAIŞê de nîne.
Human Rights Watch; Lgor wan Wêne û girte Vîdyoyên Elî Erkadî, peyamnêrê Govara Dêr Şpîgil ya Almanî, li destipêka vê heftyê belav kirîn ragehand; Di wan Wêne û Vîdîyoyan de Gulle barankirina bi kom û eşkencedana xelkê sivîl ji aliyê hêzên Îraqî ve, hatîn tomarkirin.
Peyamnêrê Govara Dêr Şpîglî dupat kirîye; Serbazên Îraqê berîkane li ser Jinên Ciwan dikirin ka destipêkê destidrêjyê bikene ser kîjanê.
Human Rights Watch jî li gorî wan belgeyan ragehand; Çi cudahî di navbera hêzên êmnahîya Îraqê û teroristên DAIŞê de nîne.
Sare Waytison, Seroka wê rêkxistinê li Rojhelata navîn ragehand; Gelek pêşêlkarîyên dî yên hêzên Îraqî li djî mafê Mirovî hatine tomar kirin.

War,tv
Top