• Saturday, 21 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî û Marc Barety civiyan

Mesrûr Barzanî û Marc Barety civiyan
Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê li gel balyozê Franseyê yê li Bexdayê civiya.
Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Franseyê yê li Bexdayê Marc Barety kir û Barety diyar kir ku armanc ji vê serdana han xatir xwestin ji rayedarên Kurdistanê ye jiber ku dema erkdariya vî li Îraqê bi dawî hatiye.
Di civînê de ku konsulusê Franseyê yê li Hewlêrê jî têde beşdarbû, behsa têkiliyên dîrokî yên di navbera Kurdistanê û Franseyê de, beşdariya çalak ya Franseyê di şerê dijî DIŞI û hevkarî kirina hêzên pêşmerge hate nîqaşkirin.
Di civînê de Mesrûr Barzanî jiber hevkarî û piştgîriyên Franseyê bo gelê Kurdistanê û pêşmerge spasiya gel û hikûmeta Franseyê kir û hewriha helwesta Serokê Franseyê di şerê dijî DIŞIê de jî bi helwesteke girîng bilêv kir û got: Franse bi berdewamî dostatiya xwe bo gelê Kurdistanê îsbat kiriye û di demên dijwar de hevkarî û piştgîriya gelê Kurdistanê kiriye û di vê çarçoveyê de jî Mesrûr Barzanî balkêşande ser rola Serokê berê yê Franseyê Francisco Hollande ku di rojên destpêkê yên êrîşên DIŞIê bo ser Kurdistanê, serdana Hewlêrê kiribû.
Barzanî herwiha hêviya vê yekê jî xwest ku têkiliyên dostane û bihêz di navbera her du aliyan de berdewam bin.
Li hember de jî balyozê Franseyê yê li Bexdayê spasiya hikûmeta Kurdistanê kir ku hevkarî û piştgîriya vî kiriye bo cîhbicîh kirina erkên xwe û tekez li ser berdewambûn bo berfiretir kirina têkiliyên dîrokî û nirxên hevbeş yên Kurdistan û Franseyê kir.
Balyozê Franseyê diyar kir ku têkiliyên navbera her du aliyan bi awayekî ku xizmeta berejwendiyên her du aliyan bikin vê berdewam bin û piştgîrî û hevkariyên Franseyê jî bo Kurdistanê bidome û got: Em weke Franse piştgîriya her pêngavekî dikin ku xizmeta aramî û vejandina Kurdistanê bike.
Di dawiya civînê de behsa pêşhat û metirsiyên siyasî û leşkerî yên li deverê û qonaxa piştî ji navbirina DIŞIê, rê û rêbazên çareseriyên aştiyane û diyalog bi mebesta dîtina mekanîzmeke nû bo serrast kirina têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê de ku dibe fakterê aramiya zêdetir li deverê de hate kirin.

Top