Agir bi bîra petrola Kerkûkê ket
Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê ragihand, îro berbangê li nêzîkî gundê Şîrnawî ya ser bi Dubiz ve bîra petrolê bi riya bombeyeke çandî hate teqandin û agir pê ket.
Li gor zanyariyên K24ê, heta niha agirê wê pîra petrolê nehatiye kontrolkirin.
Heta niha ti aliyekî berpirsayetiya xwe di ber wê bûyerê de ranegihandiye û hêzên ewlehiya Kerkûkê jî bi fermî ew nûçe piştrast nekiriye.
Ev bûyer di demekê de ye, berê çendîn bîr û boriyên petrolê li kêlgehên petrola Kerkûkê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine teqandin.
