HSD: Em dê di demeke nêzîk de Bendava Azadî kontrol bikin
Bendava Azadî, ku bi navê Bendava Beis dihate naskirin, 27 kîlometreyan bajarê Tebqayê dûr e. Ew sêyem mezintirîn bendave li Sûriyê, piştî herdu bendavên Ferat û Tişrîn tê.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSD behsa pêşketinên xwe li wê derê dikin û dibêjin ewê di çend rojên bê de, bendavê kontrol bikin.
Bi gotina fermandarên HSDê, piştî kontrolkirina Bendava Azadî ewê têkevin qonaxa kontrolkirina Reqa, ku weke paytexta Daişê li Sûriyê tê naskirin.
Yek ji fermandeyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Zana Kobanî wiha got: “"Li vî mihwerî me ji Kubeş destpê kir heta em gihiştin Bendava Beis. Em bi 38 kîlometreyan gihgiştin armancê. Niha em bi 15 kîlometreyan ji Reqayê dûr in."
Hevpeymaniya Navdewletî jî alîkariya HSDê dike. Di encamê de DAIŞ şikestinên mezin dibîne.
Şervan ji HSDê Salih Ehmed Ebûd jî got: “Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi awayekî baş alîkariya HSDê dikin. Hemû corên çekan, herwiha bi balefir û rokêtan. Pêşketineke gelekî baş e. Êdî pêwîstiya me bi tiştekî nîne."
HSD herdu gundên Kidêran û Silihbiyê li kêleka bendavê kontrol kirine, di encamê de çekdarên DAIŞê bipaş ketine. Lê hêj avahiya bendavê di destê DAIŞê de ye.
Şervan ji YPGê Şoreşê Reqa jî anî ziman: “Ev Bendava Beis e. YPG, YPJ û Hêzên Sûriyeya Demokratîk bendav dorpêç kiriye. Lê mayin gelek in. Çendîn mayinan jî datînin, YPG û YPJ ranawestin û ber bi pêş ve diçin. Di rojekê, du rojan de, emê bendavê kontrol bikin, êdî emê derbasî qonaxa Reqayê bibin."
Bendava Azadî bi 27 kîlometreyan dikeve rojhilatê bajarê Tebqayê. Ew sêyemîn mezintirîn bendav e li Sûriyê, li ser Çemê Ferat.
Rudaw
