Fermandeyekî Pêşmerge: Heşda Şeibî û PKK dixwazin derbasî nav du gundên din yên Şingalê bibin
Fermandeyê Pêşmerge û berpirsê operasyonên Şingalê Qasim Dirbo ji BasNewsê re got, çekdarên Heşda Şeibî nahêlin xelkê gundên Til Benat, Koço û Til Qeseb vegerin malên xwe.
Qasim Dirbo her wiha got, piştî ku me dît Heşda Şeibî nahêle xelk vegerin gundê xwe em neçar man rê bigirin.
Wî fermandeyê Pêşmerge da zanîn ku çekdarên Heşda Şeibî û PKKê berê xwe dane gundên Sîba Şêx Xidir û Gir Izêrê yên Şingalê.
Gundê Koço yê Şingalê du-sê roj berê hatibû rizgarkirin, çend gundên din yên Şingalê hîn di destê DAIŞê de maye.
Basnews
