Tirkiye baregehên HSDê li bakurê Helebê topbaran kir
Li gor hin ajansên nêzîkî opozîsyona Sûriyê, şeva borî Tirkiyê baregehên HSDê li derdora bajarê Ezazê, Til Rifet û Merenaz topbaran kir, bêyî ku ziyanên wê êrîşê eşkere bike.
Li gor hin jêderan jî, ew êrîşa Tirkiyê ji encama wê yekê tê ku HSDê baregehên grûpên opozîsyonê li l bajarokê Mariê topbaran kir û hejmarek ji çekdarên opozîsyonê hatin kuştin û birîndar bûne.
Her li gor ajansên opozîsyonê, şer û pevçûn di navbera hin yekîneyên cedar ên opozîsyonê û HSDê de hîn jî berdewam e, ku HSD dixwaze ber bi Mariê ve bipêş bikeve.
K24
