HDPê bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir
HDP bi daxuyaniyeke nivîskî bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û îdia kir ku di van rojên dawî de li Herêma Kurdistanê li ser endamên nûnertiya wan a Hewlêrê û kurdên Bakur ku koçberî Başûr bûne û li ser malbatên wan zext û fişareke giran heye.
Herwiha di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku Hêzên Asayîşê, gefan li kurdên Bakur dixwe û ji wan re dibêje “Neçin HDPê” û car caran jî dibêje “beşdarî bizavên derbarê Bakur de nebin.”
HDPê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de amaje bi yekê kiriye, ku Nûnertiya wan a Hewlêrê, endamên wê û malbatên endaman, rêz li yasayên Hikûmeta Herêma Kurdistanê digirin. Herwiha aniye ziman ku, piştî Duhok û Zaxoyê, niha jî zext û fişar li ser nûnertiya wan a Hewlêrê heye û ew vê yekê qebûl nakin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xwestiye, ku divê demildest zextên li ser nûnertiya wan a Hewlêrê û endamên wan dawî lê bên anîn û diyar kiriye: “Divê gelê me yê ji Bakur ên ku ji ber bêhiqûqiyê, ji ber binpêkirina mafên mirovan cih û warên xwe terikandine û berê xwe dane xaka birayên xwe, rastî zext û fişaran neyên. Şaredarî û rêveberiyên gelê me yê Bakur, ji aliyê qeyûman ve hatine desteserkirin, Hevserokên wan ên Giştî, parlementerên wan, rêveber û endamên wan hatine girtin, lê ew rêz li yasayên Hikûmeta Herêma Kurdistanê digirin.
Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rêz li mafên wan ên mirovî bigire û biparêze û jiyaneke aram bo wan misoger bike û îcazeyê bide bo bicihbûna wan a li Başûr. Mafê wan ê sereke ye ku ew li Başûr bijîn. Gelê me yê Başûr jî her palpiştî û piştevaniya birayên xwe yên Bakur dike. Tiştê esas û dirust û birayane jî ev e.”
HDPê di nivîsa xwe de bal kişandiye ser xwedîderketina neteweya kurd a li hemû cîhanê û bi taybetî jî di serdema zilma Sedam Husên de, kurdên Bakurê Kurdistanê xwedî li birayên xwe yên ji Başûrê Kurdistanê derketine û dibêje: “Di salên 1990î de, Bakurî xwedî li gelê me yê ji Başûr, ji ber zilma Sedam koçkiribûn, derket. Tiştê esas û rast û siruştî jî ev bi xwe ye.
HDP, ligel hemû endam û rêxistin û sazî û destgir û hilbijêrên xwe, li Tirkiyeyê têkoşîna azadî, demokrasî, edalet, hiqûq û aştiyê dimeşîne. Çendî rastî zext û bêhiqûqiyê bê jî, di têkoşîna xwe de bi rijd û bi biryar e. Hem ji bo azadî û yeksanî û mafên gelê kurd, hem jî ji bo mafên hemû gelan li ber xwe dide. Hêza me gelê me ye. Lewre bi raya me, divê HDP li Başûr rastî zextan neyê, divê piştevanî û palpiştî lê bê kirin.”
HDPê aşkere kiriye, ku nûnertiya wan a li Hewlêrê hewl dide pirsgirêkên kurdên Bakurê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê ne çareser bikin û dibêje: “Nûnertiya Hewlêrê ya HDPê û xebatkarên wê, ne bi tenê û bêxwedî ne. Ew xwedî îrade ne û hewl didin da ku kêşeyên gelê me yê ji Bakur hatine çareser bikin. Eger derbarê kêşeyan de bêne agahdarkirin, dê her hewl bidin ku çareseriyeke hevpar pêk bînin.”
Rêveberê Asayîşa Hewlêrê Tariq Nûrî jî van îdiayan red kir û ji Rûdawê re ragihand: “Ti zext û fişar li ser endam û nûnertiya HDPê ya li Hewlêrê tune ne. Em gotinên wan red dikin û ti cûreyeke fişarê li ser wan jî nîne.”
Rudaw
