• Saturday, 21 February 2026
logo

Pêşmerge êrîşa DAIŞê têk şikand

Pêşmerge êrîşa DAIŞê têk şikand
Şeva borî hêza Pêşmerge li mihwerê Xurmatûyê êrîşa çekdarên DAIŞê têk şikand.

Peyamnêrê K24ê Herêm Caf ragihand, derange şeva borî çekdarên DAIŞê tevgerek kirin û êrîşî ser hêza Pêşmerge li Foca 30 ya Lîwaya 116.

Fermandarekî Pêşmerge ji K24ê re got jî: “Çekdarên DAIŞê çend bombe li ser riya Pêşmerge danabûn, bombeyek bi otombîla Pêşmerge de teqiya û 3 Pêşmerge birîndar bûn. Piştre li gundê Hilêwa Biçûk şer û pevçûn di navbera Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de derket.”

Wî fermandarê Pêşmerge got jî: “Di şer de Berpirsê Mihwerê Xurmatûyê Ebdulah Bor û çend Pêşmergeyên din birîndar bûn.”

Di konferanseke rojnamevanî de, Ebdulah Bor ragihand, şeva borî agahdar bûn ku DAIŞ dê êrîşî ser Lîwaya 116an bike. Me jî hemû lîwayên din agahdar kirin, dema em diçûn cihê şer bombeyek bi otombîla me de teqiya ez û ajokar ve birîndar bûn.”

Ebdulah Bor amaje bi wê da, ku birînên wî sivik in, loma hatiye nexweşxaneyê, da ku li rewşa Pêşmergeyên birîndar bipirse û vedigere mihwerê xwe û ligel Pêşmergeyan dimîne.

Gundê Hilêwa Biçûk 30 k.m li başûrê rojavayê qezaya Xurmatûyê ye û li ser riya Xurmatû û Tekrîtê ye.

K24
Top